PDK-S: Hevpeymaniya PYDê ligel aliyên navdewletî demkî ye

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê rexne li siyaset û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girt. Herwiha PDK-Sê bang li PYDê kir ku, vegere hembêza gelê Kurd, ji ber ku ji bilî hembêza Kurdî ti aliyekî wê naparêze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê rexne li siyaset û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girt. Herwiha PDK-Sê bang li PYDê kir ku, vegere hembêza gelê Kurd, ji ber ku ji bilî hembêza Kurdî ti aliyekî wê naparêze.

PDK-Sê duh 12 Gulanê daxuyaniya xwe belav kir. Ev jî wergerandina deqa daxuyaniya PDK-Sê ye:

Piştî destpêkkirina şoreşa Sûriyê PYDê xwe kom ser hev kir û di destpêkê de beşdarî civînên partiyên Kurdî bû, bo gihêştina hevtêgihêştineke hevbeş bo beşdarîkirina di şorerşa Sûriyê de, lê derketina pêşniyara lidarxistina kongreyeke netewî ya Kurd û damezrandina encûmeneke niştimanî ya Kurdî, PYDê civînên partiyan baykot kir. Ango, PYD ji destpêkê ve ne bi yekbûna helwesta Kurdî re bû. Piştre û bi bihaneya parastina herêmên Kurdî, yekîneyên çekdar damezrandin û bêyî gerentiyên siyasî, hevkarî ligel rêjîmê û hevalbendên wê kirin.

Ji wê demê ve, nakokî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) yê ku di 26 Cotmeha 2012an ve hatiye damezrandin û PYDê ve derketin. Herwiha PYD her xwast ENKSê berve siyaset û helwestên xwe ve bikişîne, ku raza têkçûna rêkeftinên di navbera ENKS û TEV-DEMê (Hewlêr1, Hewlêr2, Dihok) ew bû ku PYDê nikarî bi ENKSê re beşdarî biryara siyasî biba, ew jî ji ber sedema hevalbendiya wê ligel rêjîmê û bandora PKKê li ser biyara wê.

Piştî pêşhatên di derbarê krîza Sûriyê de rû dane û berzbûna rola ENKSê û rawestandina wê ligel şoreşa Sûriyê û opozîsyona wê ya niştimanî û beşdarbûna wê di hevdîtin û danûstandinên navdewletî de yên wek (Cenêv, Riyaz, Astana) PYDê dijminatiya xwe li dijî ENKS û partiyên wê û bi taybet partiya ma (PDK-S) gur kir û siyaseta terorê li dijî me girt û kiryarên kuştinê (Bi belge 48 kes bi destê PYDê hatin şehîdkirin) girtin, koçkirin, leşkeriya bi darê zorê, sepandina rêbazên xwendinê yên îdolojîk, sepandina bacan, daxistina nivîshehên partiyan û binaçvkirina endam û serkirdeyên ENKSê û partiyên wê, girte ber xwe.

Eb partî (Baskê PKKê) dijminatiya xwe li dijî partiya me û partiyên ENKSê venaşêre, berûvajî wê yekê dijminatiya xwe li dijî rêbaza Kurdayetiyê û projeya wê ya netewî ya Kurdistanî bi serperiştiya xebatkar Mesûd Barzanî ya ku piştgîriya dostên gelê Kurd yên herêmê û navdewletî jê re zêde dibe, bi awayekî aşkere nîşan dide.

Îro û piştî hevalbendiya PYDê ligel aliyên navdewletî, diyar dibe ku ew tênê bo armancine demkî hatine, bi taybet bo şerê DAIŞê û hin grûpên din yên teroristî. Bi wateyeke din, ev hevalbendî aliyê siyasî yê stratejîk negirtiye, biqasî ku ew tenê di warê leşkerî de ye. Ew hevbendî jî bi dawîbûna wan armancan bidaw dibe.

Ev yek jî hêşt ku PYDê nîgeran bibe, ji ber ku aliyên navdewletî siyast û pêwendiyên wê bi rêjîmên ku dê bêne guhartin re dizanin. Herwiha PYDê têkçûna xwe siyasî û ya leşkerî nas kir. Herwiha jê re diyar bû jî ku nikarî bawerî bi ti alîyî re, bi wan termên biyanî (Netewa Demokratî) çê bikira.

Bila ew partî baş bizane, ku hevkêşeya siyasî hatiye guhartin û qonaxa bê xizmeta berjewendiyên wê nake. Pêşeroja wê di metirsiyê de ye û rêveberiya wê ya xweser li ber bayî diçe. Ti rê jê re nînin, ji bilî ku PYDê lêvegerekê ji siyasetên xwe re bike û ji bazna ecendiyên aliyên ku wê ji bo siyasetên xwe bikar tînin derkeve. Bila xwe wek aliyekî netewî bide nasîn û bila bizane ji bilî hembêza gelê Kurd ti aliyek wê naparêze. Lewre pêwîst e rewşê û hokeran amade bike bo vegere peymanên di navbera ENKS û TEV-DEMê de, nexasim peymana Dihokê, ji ber ku ew dawî derfet e bo wê ye.

Di dawiyê de, em dubare PYDê vedixwînin ku ji helwesta xwe vegere û hemû girtiyên Emîndariya Giştî ya ENKSê, PDK-Sê û partiyên din azad bike. Dest ji girtin û daxistina nivîsgeh û baregehan berde, ji ber ku em her berdewam dibin bo cibicîkirina biryarên ENKSê yên di vê derbarê de.