Kurz: Pêwendiyên pêvajoya berendametiya Tirkiye bi YE re divê bên rawestandin

Serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz diyarkir ku, pêwendiyên pêvajoya berendametiya Tirkiye bi Yekîtiya Ewrûpa (YE) re dive bên rawestandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz diyarkir ku, pêwendiyên pêvajoya berendametiya Tirkiye bi Yekîtiya Ewrûpa (YE) re divê bên rawestandin.

Kurz ji rojnameya Kathimerini ya Yunanî re axifî û anî ziman ku, “Pêwendiyên pêvajoya berendametiya Tirkiye bi Yekîtiya Ewrûpa (YE) re divê bên rawestandin. Tirkiye ji nirxên Ewrûpayê roj bi roj dûr dikeve. Baştirîn bijarde pêwendiyên cîranî ligel Tirkiye ne”.

Nemsa yek ji wan welatan e ku, bi awayek vekirî lidij endametiya Tirkiye di Yekîtiya Ewrûpa de radiweste.

 

 

C.B