Tevgera Fetih ya Filestînî li ser şibihandina Kurdistan bi Israîl bersiva Malikî dide

Tevgera Fetih ya Filestînî bersiva Nûrî Malikî da û got: “Gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê li ser axa xwe dijî û axa gelên din dagîr nekiriye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Di bersiva xwe de li ser daxuyaniyên serokê Dewleta Yasa Nûrî Malikî, Tevgera Fetih ya Filestînî got: “Gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê li ser axa xwe dijî û axa gelên din dagîr nekiriye.”

Endamê komîteya bicîkar ya Tevgera Fetih Teysîr Xalid, di daxuyaniyekê de ragihand: “Kurdistan û Israîl di hemû aliyan de ji hev cuda ne û nabe bi hevdu bên şibihandin.”

Navhatî got jî: “Şibihandina Îsraîl û Kurdistan bi hev, karekî nedadmendî ye û pêwîst e bi hemû awayekî bê redkirin.”

Berî niha serokê Dewleta Yasa Nûrî Malikî, di civîna xwe de li gel balyozê Amerîka li Bexdayê ragihandibû, ku ew ti carî rê nadin dewleta serbixwe ya Kurdistanê çêbibe, ji ber ku ewê di navçeyê de bibe Israîla diwem.