Li Israîlê semawenda serxwebûna Kurdistanê tê kirin

Hejmarek ji Kurdên Israîlê, Îro Duşemê hevdem li gel birêveçûna referanduma serxwebûna Kurdistanê, li pêşya kunsulxaneya Amerîka li Orşelîmê (Qudis) ji bo piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê kom bûn û dest bi şahî û semayê kirin.

K24- Nevanda Nûçeyan

Di wê ahengê de, amadebûyan ala Israîl û Kurdistanê û wêneyê Serokê Herêma Kurdistanê bilind kirin û kêfxweşiya xwe dan xuyakirin.

Şahî û ahenga Kurdên Israîlê, di demekê de ye, ku helwesta wî welatî beramberî serxwebûna Kurdistanê zelal e û berî niha jî serokwezîrê Israîl Benjamin Netanyahu ragihandibû: "Kurd gelekî cengawer in û hêja ne çarenivîsa xwe bi xwe diyar bikin û dewleta wan ya taybet hebe."