Efrîn.. Grûpên çekdar bi darê zorê pereyan ji welatiyan distînin

Grûpên çekdar ên li Efrînê tenê ji bo standina pereyan ji welatiyan, welatiyên Efrînê direvînin û eşkence didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê tenê ji bo standina pereyan ji welatiyan, welatiyên Efrînê direvînin û eşkence didin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Muntesir Billah ya kontrola gundê Hebo li navçeya Şiyê dike, roja 14ê vê mehê 5 welatî (Cîger Mistefa Hebeş, Husên Şewket Egîd, Neşet Ebdilrehman Cano, Enwer Husên Cano, Reşîd Mistefa Cano) revandin.

Wê rêxistina aşkere kir, piştî 3 girtiyan bireke mezin ji pereyan dan, ew roja 18ê vê mehê hatin berdan, lê ji ber ku Cîger Mistefa Hebeş û Neşet Ebdilrehman Cano nekarîne pereyan bidin wê grûpê, ew hîna girtî ne.

Amaje bi wê yekê kir jî, grûpa Muntesir Billah tenê ji bo standina pereyan ji welatiyan, ev 5 kes cara pêncemîn e ji aliyê wê grûpê ve têne revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand, li bajarê Efrînê welatiyê bi navê Şukrî Elî Qedûr ji berî çend rojan ve ji aliyê grûpa Lîwa El Şemal hatiye revandin û hîna çarenivîsa wî ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, tenê ji bo standina bac û pereyan welatiyên Efîrnê, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê bi hezaran welatiyên Efrînê direvînin û eşkence didin.  

 

S. B