Amerika bala Sûriye kişand

Wezareta derve ya Amerîka di daxûyaniyekê de ragihand, wekî bersivek liser binpêkirinên Hikumeta Sûriyê li navçeya kêmkirina şer, ew dê rêkarên tund bigrin ber

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Amerîka di daxûyaniyekê de ragihand, wekî bersivek liser binpêkirinên Hikumeta Sûriyê li navçeya kêmkirina şer,  ew dê rêkarên tund bigrin ber.

Di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Moskow kiriye ku, destihilata xwe bikar bîn e û zorê li Hikumeta Sûriyê bike, ku êrîşên Artêşa Sûriyê rawestîn e û nehêle ti Operasyonên serbazî pêkbîn e.

Navçeya başûrê rojavayê Sûriyê digel sînorê Ûrdin û Israîlê navçeyek e ji navçeyên kêmkirina şer, ku Amerîka, Rûsya û Ûrdin liser rêkeftin e.

 

 

 

C.B