YPG: Heya niha hêzên Sûryê şerê Tirkiyê nekirine

Peyvdarê YPG: Niha em li benda wê yekê ne, gelo artêşa Sûryê kare Sûryê biparêze yan na.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd ragihand, ku heya niha Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûryê ve, ti gavên rastyane ji bo şerê artêşa Tirkiyê li Efrînê ne avêtine û yên ku heya niha şer dikin, tenê şervanên YPGÊ ne.

Nûrî Mehmûd di hevpeyvînekê de li gel ajanseke nêzîkî PKKê ragihand,  di çarçoveya yasayên navdewletî de, parastina Efrîn ji erkê artêşa Sûryê ye, ji ber vê yekê jî wan ji Hikûmeta Sûryê xwest ku artêşa xwe derbasî Efrînê bike.

Mehmûd got jî: "Hêzên Şeibî yên Hikûmeta Sûryê yên ku derbasî Efrînê bûne, ew karîn li cem wan tine ye ku rastî artêşa Tirkiyê bên û hîna jî şervanên YPG, YPJ û HSD berevaniyê li Efrînê dikin û şer dikin".

Navhatî diyar kir, ku tevî derbasbûna komên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve  ji bo Efrînê, lê artêşa Tirkiyê li ser êrîşên xwe berdewam e û bi dijawrî êrîş dike û got: "Niha em li benda wê yekê ne, gelo artêşa Sûryê kare Sûryê biparêze yan na".

N.O