Heşda Şeibî: Heger hêzên Amerîka ji Iraqê venekişin, lê didin

Bi sedan çekdarên Heşda Şeibî li bajarê Necefê derketin xwepêşandanan û tê de dijayetiya xwe ji biryara Kongressa Amerîkî re nîşan dan, ku Tevgera Nuceba ya ser bi Heşda Şeibî ve xistibû lîsta terorê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedan çekdarên Heşda Şeibî li bajarê Necefê derketin xwepêşandanan û tê de dijayetiya xwe ji biryara Kongressa Amerîkî re nîşan dan, ku Tevgera Nuceba ya ser bi Heşda Şeibî ve xistibû lîsta terorê.

Di wê derbarê de jî, serkirdê di grûpa Seraya Aşûra de ya ser bi Heşda Şeibî ve Ebdiletîf Emîdî di daxuyaneke medyayî de got: “Piştî biryara Kongressê ya li dijî Tevgera Nuceba, niha hêzên Amerîkî dijminê me yê rasterast e.” Herwiha got jî: “Armanca Amerîka ji wê biryarê ew e, hêzên bereya Îslamî û tevahiya grûpên ser bi Heşda Şeibî ve bike armanc.

Emîdî daxwaz ji hêzên Amerîka kir ku ji Iraqê derkevin û bixwe jî amaje pê kir, heger hêzên Amerîkî ji Iraqê venekişin, dê bibin armanca hêzên wan.

Berî çend rojan, Kongressa Amerîkî Tevgera Nuceba ya ser bi Heşda Şeibî ve xistibû lîsteya terorê û daxwaz ji Serokê Amerîka kir, sizayan bi ser kes û aliyên pêwendiyên wan bi wê tevgerê re hene bisepîne. Herwiha 90 roj jî wek molet ji bo qedexekirina wê tevgerê diyar kiribû.

Tevgera Nuceba di sala 2013an de hate damezrandin û serkirdê wê Ekrem Keibî ye. Kongressa Amerîkî jî berê ragihandibû, destê Keibî di topbarankirina navçeya Kesk di sala 2008an de li Bexdayê hebû û tekez kiribû ku Keibî terorist e.