PKK hêzên xwe ji Şingalê vedikşîne

Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxûyaniyekê ragihand hêzên xwe ji Şingalê vedikşîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxûyaniyekê ragihand hêzên xwe ji Şingalê vedikşîne.

Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCK destnîşankir ku, Li Şingalê û derdora wê ewleyî hatiye sepandin û bi vê egerê ew hêzên xwe ji herêmê vedikşînin.

Di daxûyaniya nivîskî de, herweha hatiye diyarkirin ku, rewşa ku 3ê Tebaxê 2014an li Şingal û derdora wê heyî, niha nema ye û ewleyî hatiye sepandin. Jiber vê yekê pêwîstî ji man a hêzên wan nema ye.

Beriya niha gelek caran birêvebirên Şingalê û herweha hukimeta herêma Kurdistanê daxwaz kiribû ku, PKK hêzên xwe ji Şingalê vekşîne, lê PKK xwe nêzîkî biryarek weha nekiribû. Berovajî PKK çendîn caran diyar kiribû ku, li wan herêmên pêwîstiya danîna kantonê heye(!)

Ev biryara KCK di demekê de tê ku, Tirkiye gefên êrîşê li hemberî PKK li devera Şingalê kirî. Berpirsên Tirkiye diyar kiribûn ku ligel Iraqê bi hevbendiyê, ew dê PKK ji Şingalê derxin…

 

 

C.B