Mesrûr Barzanî pirsa biçekirina Pêşmerge bi şandeke Îtalî re gotûbêj dike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Fermandarê Hêzên Îtalya yên li Iraqê Nicola Terzano û şanda pê re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Fermandarê Hêzên Îtalya yên li Iraqê Nicola Terzano û şanda pê re civiya.

Di civînê de, pêşhatên leşkerî û mîkanîzma nû ya rahênan û perwerdeya bi hêza Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.

Di wê çarçovê de, Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Îtalya û hêzên hevpeymanan kir bo hevkarî û piştevaniya leşkerî, bi taybet di warê rahênan û perwerdekirina hêzên Pêşmerge. Herwiha ronahî xist ser bernameya çakazî û dubare rêxistinkirina lîwa û yekîneyên hêzên Pêşmerge.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Hêzên Îtalya yên li Iraqê Nicola Terzano behsa çalakiyên hêzên xwe kir û ragihand, ew wek hikûmeta Îtalyayê bi bernameya rahênankirina hêzên Pêşmerge bi awayekî nû û pêşketîtir berdewam dibin, ku ligel qonaxa niha ya şerê teroristan bigunce.

Herwiha tekez kir, ji bilî rahênanê, ew di dabînkirina kelûpel û pêwîstiyên leşkerî ji lîwayên Pêşmerge re berdewam dibin.

 

S. B