Pêşmerge êrîşeke DAIŞê li Xurmatoyê şikand

Çekdarên DAIŞê careke din li sînorê Xurmatoyê êrîşî ser çeperên Pêşmerge kirin, lê Pêşmerg êrîşa DAIŞê têk şikand û hemû çekdarên DAIŞê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê careke din li sînorê Xurmatoyê ya başûrê Kerkûkê êrîşî ser çeperên Pêşmerge kirin, lê Pêşmerg êrîşa DAIŞê têk şikand û hemû çekdarên DAIŞê kuştin.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, îro berbangê çekdarên DAIŞê ku hemû xwekuj bûn, xwe vedizîn nava firokexaneya Hilêwê ku baregeha Fewca 4 a Lîwaya 116 Soran a hêza Pêşmerge lê ye, lê hêza Pêşmerge li wan hişyar bûn û hemû çekdarên DAIŞê kuştin.

Her li gor zanyariyên wî jêderî, yek ji xwekujên DAIŞê di deriyê firokxaneya Hilêwê de xwe teqand, lê ti ziyanek begihêşt Pêşmergeyan.