Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê rewşa siyasî guftûgo kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks û şanda pê re kir û rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks û şanda pê re kir û rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo kir.

Îro Yekşemê 09.12.2018 li Selaheddîn di civînekê di navbera Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û hengavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û teheddiyata li ber proseya siyasî hate guftûgo kirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê ronahî xiste li ser girîngî û dengvedanên serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî ya Bexda û wê serdanê jî bi girîng û bi bandor binav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, di vê civînê de tekez li wê yekê kirin ku hikûmeta nû ya Iraqê û proseya siyasî ya piştî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê derfet û keşûhewayeke nû ya ji bo pêwendîyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyan û bicîhkirina maddeya 140 a destûra Iraqê aniye holê. Di derbarê rewşa Kerkûkê jî ev e dûpat kir ku pêwîst e hemû pêkhat di birêvebirina wî bajarî de beşdar bibin.

Di beşekî din ê civînê de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser berdewamî û bihêzkirina pêwendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê û her wiha hevkarîkirina Wezareta Pêşmerge û rêkxistina wê kir.

Rewşa parêzgeha Nînewa û kêşeyên nîştecihên Mûsil û koçberan mijareke din ê vê hevdîtinê bûn.