Ebadî daxwaza dûrxistina Necmedîn Kerîm ji posta Parêzgarê Kerkûkê dike

Nivîsgeha Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî belav kir, îro daxwazek ji Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gihêştiye wan, ji bo dûrxistina Necmedîn Kerîm ji postê Parêzgarê Kerkûkê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî belav kir, îro daxwazek ji Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gihêştiye wan, ji bo dûrxistina Necmedîn Kerîm ji postê Parêzgarê Kerkûkê.

Nêzîkî 128 parlementerên Iraqê îmze ji bo dûrxistina Necmedîn Kerîm ji postê Parêzgarê Kerkûkê kom kirine û tê çaverêkirin, roja Şemiyê 16 Îlonê li parlementoya Iraqê dengdan li ser dûrxistina Necmedîn Kerîm bê kirin.