Xortekî Kurd di zindanên Îranê de jiyana xwe jidest da
K24 - Navenda Nûçeyan
Komêteya pêdeçûnê li ser rewşa girtiyên xwepêşandanên Îranê, li ser torên civakî belav kiriye: "Xortê bi navê Saro Qehremanî, xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ku berî du hefteyan di nav xwepêşandanan de, ji aliyê hêzên Itîla'at yên Îranê ve hatibû girtin û ji bo cihekî nediyar hatibû veguhestin, roja şemê termê wî xortî radestî malbata wî hat kirin".
Derbarê sedemên mirina wî xortê Kurd di zindanê de, berpirsên dadweriya Îranê, ti daxuyaniyan nadin.
Saro Qehremanî, temen 24 sal e, berî niha jî, bi tometa endamtiyê di partiyeke Kurdî de ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê, hatibû desteserkirin.
Ev yek di demekê de ye, ku hefteya derbasbûyî jî, 3 kesên din ji xwepêşanderan, di zindanên Êvîn, Erak û Dizful bi awayekî gumanlêkirî jiyana xwe jidest dan û rêxistiyên mafên mirovan dibêjin, ew kesana di bin îşkencê de jiyana xwe jidest dane.