Heşt hezar meşextên Mûsilê ji dengdanê bêpar in

Bi sedan meşextên Mûsilê yên li Dihokê dimînin, navên wan li taxên Mûsilê derketine û ew di vê rewşê de nikarin vegerin Mûsilê, ji ber ku çekdarên Heşdê pirsgirêkên mezin ji wan re çêdikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Meşextên Mûsilê ku li bajarê Berdereş akincî bûne, rastî kêşeyan hatin û nekarîn beşdarî piroseya dengdanê bibin û formên taybet bi dengderên Mûsilê, negihiştine bingehên wan.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, ku hejmara wan meşextên Mûsilê, ku mafê wan yê dengdanê heye, nêzîkî 8 hezar dengder in û du bingeh li bajarê Berdereş ji wan re hatibûn destnîşankirin, lê ji ber ku formên parêzgeha Mûsilê nehatine wan bingehan, ew welatî ji mafê dengdanê bêpar mane.

Yek ji wan dengderan ji Kurdistan24ê re ragihand, ku aliyên pêwendîdar wan ji destekî didin destekî din û ji bo çend bingehan hatine şandin, ji ber ku navên wan di nav lîstên dengderan de tine ye, di dawîn bizav de jî, wan aliyan ji wan re got in ku pêwîst e vegerin Mûsilê, lê ewana bi sedema astengiyên ku milîsên Heşdê ji wan re çêdikin, nikarin li Mûsilê vegerin.

Herwiha welatiyekî din ji nav meşextan ragihand, ku hejmara wan bi sedan dengder in û navên wan li taxên Mûsilê derketine û ew di vê rewşê de nikarin vegerin Mûsilê, ji ber ku çekdarên Heşdê pirsgirêkên mezin ji wan re çêdikin.

N.O