Serokê Iraqê pirojeyasaya budceya Iraqê red kir

Nivîsgeha ragihandinê ya serokatiya Iraqê: Hin binpêkirinên yasayî di pirojeyasaya budceyê de hene, lewra wê ji bo Perlemana Iraqê bê vegerandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Iraqê Fûad Meisûm, pirojeyasaya budceya 2018an ya Iraqê red kir û biryar e dubare ji bo Perlemana Iraqê bişîne.

Rêvebirê ragihandina serokatiya Iraqê ragihand, ku Fûad Meisûm ew pirojeyasa pesend nekir û ewê dubare ji bo pêdaçûnê, li Perlemana Iraqê vegerîne.

Derbarê sedemên vegerandina pirojeyasayê, diyar kir, ku hin binpêkirinên yasayî di wê pirojeyasayê de hene, lewra wê bê vegerandin.

Pirojeyasaya budceya 2018an ya Iraqê, bê amadebûna perlemanterên Kurd di Perlemana Iraqê de hat derbaskirin, wê yekê jî dilgiraniyeke mezin li cem Kurdan li pey xwe anî, bi taybet ji ber ku beşê budceya Herêma Kurdistanê têde hatiye kêmkirin.

N.O