5 çekdar û 2 serbazên Tirk brîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor medyaya Tirk, di encama êrîşek topên hawanê yên YPG de, li devera gundê Kaletepe girêdayî Kirikhanê 5 çekdarên grûbên hevkarên Tirkiyê û 2 serbazên Tirk brîndar bûn e.
Devera hatî bombekirin, cîhê yekîneyên grûbên çekdar ên hevkarên Artêşa Tirk bûn e. Brîndar bi ambulansan ji bo nexweşxaneyên Kirikhaneyê hatinê veguhestin.