Trump û Şah Selman ligel Putin pêwendiyên telefonî encamdan

Piştî serdana Esed ji Rusya re, Serokê Amerîkayê û Şahê Si'udiyê ligel Putin axifîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî serdana Esed ji Rusya re, Serokê Amerîkayê û Şahê Si'udiyê ligel Putin axifîn.

Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump ligel hevpostê xwe yê Rûsî Vladimir Putin pêwendîyek telefonî encam da ye û tê de rewşa Suriyê gotubêjkirin e.

Herweha piştî wê pêwendiyê, Şahê Si'udiyê di pêwendîyek telefonî ligel Putin pêşhateyên navçeyê, şerê terorê û pêwendiyên di navbera her dû welatan de gotubêjkirin e.Ev pêwendiyên telefonî ligel Serokê Rusyayê di demekê de tên, ku Serokê Suriyê Beşar Esed bi serdaneke neçaverêkirî çûbû Rusyayê û ligel Putin civiyabû.