Macron û Nêçîrvan Barzanî behsa hilweşandina encamên referandumê nekirin

"Serokê Firensa piştevaniya welatê xwe ji bo mafên gelê Kurd di çarçoveya destûra Iraq û dewleta Iraqê de da xuyakirin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Firens Elî Dolemerî ji kenala Someriye re ragihand: "Di civîna di navbera serokê Firensa Emmanuel Macron û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, behsa hilweşandina encamên referandum serxwebûna Kurdistanê nehat kirin, tenê Serokê Firensa rêzgirtina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji biryara dadgeha federalî ya Iraqê bilind nirxand ku dadgehê tekezî li ser yekîtiya Iraqê kiriye".

Elî Dolemerî diyar kir, ku armanca civîna Macron û Nêçîrvan Barzanî normalkirina rewşa siyasî û abûrî û serbazî di navbera Bexda û Hewlêr de bû, ew jî di çarçoveya destûra Iraqê de".

Dolemerî got: "Serokê Firensa piştevaniya welatê xwe ji bo mafên gelê Kurd di çarçoveya destûra Iraq û dewleta Iraqê de da xuyakirin".