Insiyatifa piştgiriya referendûmê berê xwe dide bêitaetkariya şaristanî-demokratîk

K24 – Navenda Nûçeyan

Insiyatîfa piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê qedexeya xebat û çalakiyan wan ûn demokratîk bi tundî şermezar kir.

Derbarê vê yekê bala raya giştî kişand. Ev naveroka daxûyaniya Insiyatîfa piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê ye.

JI MEDYA Û RAYA GIŞTÎ RE
Ew hişmendîya ku tehamula civînên salonan nake, nikare tu meseleyan çareser bike!
Weke ku medya û raya giştî ji nêz ve pê dizane, me di 15-ê Temûza 2017-an de li Diyarbekirê, di ‘’Komxebata Referandûma Serxwebûna Kurdistanê” de, bi şîara “Bakûr, piştgiriya Serxwebûna Başûr dike”, ‘’İnsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê” ya ku ji serokên partiyên siyasî û şexsiyetên serbixwe pêkdihat, ava kirbû. 
İnsiyatîfa me tevî hinek xebatên cudareng, biryar dabû ku di serî de li gel Hukûmeta Tirkîyeyê, partiyên siyasî û saziyên sivîl hevdîtinan pêk bîne û raya giştî ya Tirkiyê û Kurdistanê rast têbigihîne û rêze panêl û konferansan organîze bike.
Di vê çerçewê de panêlên ku me yê di 19-ê Tebaxê de li Wanê û di 20-ê Tebaxê de li Batmanê pêkbaniya, ji alî waliyên herdû bajaran ve hatin qedexekirin. Waliyê Batmanê bi qedexekirinê jî nesekiniye, herweha “xwediyên salonan, rêvebir û beşdarên panêlan” jî tehdît kirîye.
Em biryarên herdû parêzgeran ên antî-demokratîk û keyfî bi tundî şermezar dikin. Îro û ji îro pêve jî, em ê li himberî van biryar û kiryarên bi vî rengî yên antî-demokratîk li ser meşrûiyeta huqûqa peymanên navdewletî mafê xwe yê bêîtaetkariyê pêkbînin.
Em li ser bingeha mafên xwezayî û prensîbên meşrûiyetê doza azadî û serxwebûna gelê xwe dikin. Em şîdetê red dikin. Em xebata sivîl û bêîtaet esas digrin.
Bi vê wesîlê cardin dixwazin bêjin ku, em bi îradeyeke xurt piştgirîya biryara “Referandûma Serxwebûnê ya 25-ê Îlonê” ya ku bi pêşengiya Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî û piranîya partiyên siyasî, nûnerên grûbên dînî û etnîkî hatiye girtin dikin. Em vê biryarê gavekî dîrokî, rewa, demokratîk û di cih de dibînin.
Di heman wextê de em banga piştgirî û destekê li hemû kes û aliyên mafnas jî dikin.
Em dixwazin bêjin ku, li ser xaka xwe, xwe bi xwe îdarekirin, jiyaneke azad û serbixwe ne bi tenê mafê me ye, herweha xurûr û heysiyeta me ye!
Em di serî de bang li gelê Kurdistanê, Netewên Yekbûyî, hemû gelên cîhanê, dewletên cîhanê yên ku piştgirên demokrasiyê, aşîtiyê û huqûqêne dikin ku piştgiriyê bidin Referandûma Serxwebunê ya 25-ê Îlonê.
20 Tebax 2017-Êlih
ÎNSÎYATÎFA Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê