Ji ber şewata daristanên California 66 kesan canê xwe jidest dan

Medya Amerîkî ragihand, ku hejmara wan kesên bi sedema şewata daristanên Wîlayeta California canê xwe jidest dane, gihiştiye 66 kesan û heya niha 630 kes windayî ne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Medya Amerîkî ragihand, ku hejmara wan kesên bi sedema şewata daristanên Wîlayeta California canê xwe jidest dane, gihiştiye 66 kesan û heya niha 630 kes windayî ne.

Bi sedema wî agirî, ku ev heftyeke li navçeyên peravên bakurê California pêketiye, heya niha bi deh hezaran kes ji malên xwe meşext bûne û gellek mal şewitîne û hi bilî zanên canî gellek ziyanên madî hene.

Salane bûyerên şewatê li California rû didin, lê ev yekem car e di dîroka wê wîlayetê de, ku agirekî wiha mezin pêdikeve.

N.O