Pentagon 550 milyon Dolar radestî HSD dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta berevaniya Amerîka kujmê budceya xwe ya sala 2019an eşkere kiriye ku ji 716 milyar Dolar pêk tê û li gorî malpera Almonitor, di budceya wezareta berevaniya Amerîka de, ya sala 2019an, ji bo hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî 850 milyon Dolar hatiye terxankirin û ji bo hêzên Sûrya Demokrat û hêzên sînorparêz 550 milyon Dolar hatiye terxankirin.
Li ser heman mijarê Ajansa Anadolê ya Tirkiyê diyar kiriye, Pentagonê 300 milyon Dolar ji budceya xwe ya 2019an, ji bo rahênan û biçekkirina HSDê terxan kiriye, herwiha 250 milyon Dolar ji bo damezirandina artêşa sînorparêz terxan kiriye, ku biryar e ew artêş bi serperiştiya HSD ji aliyê Amerîka ve were damezirandin.
Pirojeyasaya budceya sala 2019an ya wezareta berevaniya Amaerîka, wê di meha bê de ji bo Kongirêsa Amerîka bê şandin û divê berî Êlûna dahatî bê pejirandin.