Wezîrê derve yê Sûriye seredana Moskow dike

Peyvdara Wezareta derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di kongreyek rojnamevanî de ragihand, roja 12 heta 14ê vê mehê Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd elMu'elm dê seredana Moskow bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hefteya bê, Wezîrê derve yê Sûriyê seredana Rûsya dike û digel Wezîrê derve yê wî welatî dicive.

Peyvdara Wezareta derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di kongreyek rojnamevanî de ragihand, roja 12 heta 14ê vê mehê Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd elMu'elm dê seredana Moskow bike û digel hevpostê xwe yê Rûsyayê Sêrgey Lavrov bicive.

Biryar e roja 14ê vê mehê jî, gereke din a danûstandinên Astana li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi beşdariya Serokê Rûsya Vladîmîr Putin, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî birêve biçe.

 

 

 

 C.B