Amerika ji bo çareseriya pirsgîrêka vîzeyê merc danîn pêş Tirkiyê

Amerîka, bo rakirina biryara rawestandina vîzeyê, 4 merc arasteyê Tirkiye kirin û dan xuyakirin, divê bo fermanberên girtî yên Konsulxaneyê delîl bên nîşandayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka, bo rakirina biryara rawestandina vîzeyê, 4 merc arasteyê Tirkiye kirin û dan xuyakirin, divê bo fermanberên girtî yên Konsulxaneyê delîl bên nîşandayîn.

Şanda Amerîkî ku serdana Tirkiyê kiribû, bo careke din pêdana vîzeyê mercên xwe arasteyê Tirkiyê kirin.

Şanda Amerîkî da xuyakirin, bo biryarê divê Tirkiye 4 mercan niha bicîh bike.

Divê, derbarê fermanber Metîn Topuz û Mete de delîl bên nîşandayîn û bo lêpirsînan agahî bên dayîn.

Lêpirsîna fermanberan bi hemahengiya Amerîka bê kirin û fermanberên ku bi daxwaza Amerîka kar dikin, neyên girtin.

Amerîka, beriya çend rojan, jiber girtina fermanberekî xwe li Konsulxaneya Stenbolê, pêdana vîze bo welatiyên Tirkiyê rawestandibû.