Bi hezaran xwendevan û mamosteyên zanîngeha Hewlêrê li dijî Ebadî derketin

Bi hezaran xwendevan û mamosteyên zanîngeha Selaheddîn li Hewlêrê, li dijî daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derketin

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro 11/12/2017an bi hezaran xwendevan û mamosteyên zanîngeha Selaheddîn li Hewlêrê, li dijî daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwepêşandaneke berfireh saz kirin û heya dema amadekirina vê nûçeyê jî berdewam bû.

Xwepêşanderan li dijî helwestên Ebadî diruşm avêtin û rexneyên tund li siyasetên wî yên beramberî Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kirin, ku gellek caran di gotarên xwe de behsa rol û qurbaniyên hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de nekiriye, di demekê de ku hêzên Pêşmergên Kurdistan û hêzên din yên emnî yên Kurdistanê, yekemîn hêz bûn li cîhanê ku karîn DAIŞê têkbişkînin û navçeyên dagîrkirî kontrol bikin û ji bo armancê bêtirî 1840 Pêşmerge şehîd bûn û dehan hezar jî birîndar bûn.

Ji bilî wan serketinan, Pêşmerge bûn sedema vekirina riya Mûsilê û ji destpêka ragihandina oprasyona kontrolkirina wî bajarî di 17/10/2016an de, hêzên Pêşmerge beşekî mezin ji navçeyên deşta Nînewa kontrol kirin.