Partî û Goran ji bo pêkanîna Kabîneya Nû nêzîkî hevûdu ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Partî û Goran li ser pêkanîna Hikûmetê bi awayê destpêkî gihiştine rêkeftinê. Şandek pilebilind a Tevgera Goran seredana Pîrmam kir û digel Mekteba Siyasiya Partî civiya.
Piştî sê demijmêr ji civînê her dû aliyan ragihandin, ew bi temamî ji hev nêzîk bûn e û roja duşema bê dê civîna yekalîker ji bo îmzekirina rêkeftinê encam didin.
Ligorî zanyariyên Kurdistanê 24 di civînê de Goran daxwaza posta Cîgirê Serokê Hikûmetê û hejmarek wezaretên xizmetguzariyê kiriye.
PDK ji bo pêkanîna hukimetê ligel aliyan çendîn civîn encam dan e. Herweha pêkanîna hukimetê di çarçoveya berjewendiyên xelkê Kurdistanê û hukimetek bihêz girîng dibîne. Goran jî nêzîkî beşdariya di hukimeta nû ya Kurdistanê de ye û di encamên civînên ligel PDK ev helwêsta xwe aniye ziman.
C.B