Kemabay: Kesek nikare biryara pêkvejiyana gelan a HDPê tune bike

Hevseroka HDPê Serpîl Kemabay, bal kişand ser nakokiyen di nav partiya wê de û got, HDP wek bexçeyê gelan e û ti kes nikare biryara pêkvejiyana gelan tune bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Serpîl Kemabay, bal kişand ser nakokiyen di nav partiya wê de û got, HDP wek bexçeyê gelan e û ti kes nikare biryara pêkvejiyana gelan tune bike.

Hevseroka HDPê Serpîl Kemabay, beriya Kongreya Mezin ya 11'ê Sibatê, di Konferansa Herêma Marmarayê de axivî û da xuyakirin, hêviya kesên ku dixwazin di nav HDPê de alozî derkeve, vala derketiye.

Bal kişand ser rewşa girtî ya Demîrtaş û got, rejîma Koşkê jiber ku pir ditirse dixwaze dijberên xwe tune bike û ew jî bi hemû hêza xwe berxwe didin.

Kemalbay got, di dema pêvajoya aştiyê de AK Partî jidil nebû û belgeyên dawî nîşan didin ku, bi destê MÎTê di wê demê de gelek plangerî û komplo encam dane.