Tufekçî : Ne deriyê sînor, ne rêyên esmanî hatine girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Gûmrûkê yê Tirkiyeyê Bûlent Tufekcî ragihand: Deriyê Sînor a Xabûrê nehatiye girtin lê bergiriyên ewlekariyê hatiye zêdetir kirin.
Di çarçoveya referandûma serxwebûna Kurdistanê ya îro de Wezîrê Gûmrûkê yê Tirkiyeyê Bûlent Tufekcî idiayên wekî Deriyê Sînor a Xaburê hatiye girtin derew dêrxist û got wan derî negirtine. Lê ji bo wesaît û kesên ji aliyê Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê dibin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê hatine girtin. Piştî kontrola ewlekariyê ew derbasî Tirkiyeyê dibin.
Ji alîkî din ve Kompanyaya Rêyên Asimanî ya Tirkiyeyê jî idiyayên wekî seferên Tirkiye û Hewlêrê hatine betal kirin derew derxist û da zanîn ko seferên wan bê pirsgirêk ji bo Hewlêrê berdewam dikin.