Almanya dest bi rahênana hêzên Pêşmerge dike

Îro Yekşemê, şêwirmendên serbazî yên Almanî, dest bi rahênana hêzên Pêşmerge dikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandeya hêzên çekdarên Almanya ragihand: Îro Yekşemê, şêwirmendên serbazî yên Almanî, dest bi rahênana hêzên Pêşmerge dikin.

Fermandeya hêzên çekdarên Almanî di daxuyaniyekê de, diyar kir ku şêwirmendên serbazî yên wî welatî li Herêma Kurdistanê, dest bi erkên xwe kirine ew jî rahênan serbazî ye ji bo hêzên Pêşmerge.

Li gel bûyerên êrîşa li ser Kerkûkê û dagîrkirina wî bajarî bi rêberiya çend berpirsên aliyekî siyasî naskirî û şer û pevçûnên di navbera Heşda Şeibî û hêzên Pêşmergên Kurdistanê de, roja 16ê vê mehê, şêwirmendên serbazî yên Almanî, rahênana serbazî ji bo hêzên Pêşmerge rawestand, lê niha ew rahênan dubare berdewam dike.

Ji sala 2014an ve û piştî êrîşa DAIŞê, şêwirmendên serbazî Almanî hatin Herêma Kurdistanê, û dest bi rahênana hêzên Pêşmergên Kurdistanê kirin.

Jêder: RT