Hûrgiliyên bicihbûna hêzên Amerîkî li Kerkûkê çi ne?

Berpisên xwecihî yên Kerkûkê tekez dikin ku hêzên Amerîkî hatine sînorê parêzgeha Kerkûkê û li serbazgeha K1 a nêzîkî wî bajarî bicih bûne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpisên xwecihî yên Kerkûkê tekez dikin ku hêzên Amerîkî hatine sînorê parêzgeha Kerkûkê û li serbazgeha K1 a nêzîkî wî bajarî bicih bûne. Siyasetmedarekî Kurd jî dibîne, her gaveke Amerîkiyan ne ji bo berjewendiya Kurd dibe.

Çend roj in dengoyê çûna hêzên Amerîkî bo serbazgeha K1 a li Kerkûkê belav bûye. Li gor hin zanyariyên en fermî, niyaza Amerîka heye ku wê serbazgeha K1 bike pêgeheke xwe ya stratejî.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî ji K24ê re got: “Tê pêşbînîkirin guhartinek li Iraqê bi giştî bê kirin, piştî têkçûn û gendeliya siyasî ya Iraqê ku nekarîn Iraq ber bi qadekê ve bibin û destdirêjiya welatên herêmî di nava Iraqê de, lê hat ku Iraq nebû welatê Iraqiyan.”

Serokê Lîsta Birayetî di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de Mihemed Kemal hatina hêzên Amerîkî bi gaveke baş dizane û dibîne ku vegera Amerîka bo Kerkûkê ji bo parastina wî bajarî ye.

Mihemed Kemal got: “Amerîkî vegeriyan K1 û li Sîniye û Bêcî baregehên xwe danîn. Bi min baş e ku vegeriyane ji ber ku teror di vê demê de zêde bûye û DAIŞ geş bûye û her roj gefên wan li ser Kerkûkê zêde heye.

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman jî dibîne, her gaveke Amerîkiyan ne ji bo berjewendiya Kurd e û dibêje: “Ev tevgera Amerîkî bo serbazgeha K1 ti pêwendiya wê bi siyasetê ve nîn e, tenê tevgereke leşkerî ye û di baweriya min de ti berjewendiya siyasî ya Kurd tê de nîn e.”

Bi sepandina dorpêça Amerîkî ya aborî li ser Îranê û behsa vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, girîngiya Kerkûkê zêde dike, lê wek pirs dimîne, gavên Amerîkî dikare çi ji Kurd re bike.