“Pêdiviya zimanê Kurdî bi statu û rêzdariyê heye”

Di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li Bakurê Kurdistanê mijara sereke pirsgirêkên bikaranîna zimanê Kurdî bû ku saziyên ku li ser zimanê Kurdî xebatan dikin û pisporên zimanê kurdî ji wê yeke bi gilî ne ku di jiyana rojane de bikaranîna zimanê Kurdî qels e.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di 15'ê  Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li Bakurê Kurdistanê mijara sereke pirsgirêkên bikaranîna zimanê Kurdî bû ku saziyên ku li ser zimanê Kurdî xebatan dikin û pisporên zimanê kurdî ji wê yeke bi gilî ne ku di jiyana rojane de bikaranîna zimanê Kurdî qels e.

15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Diyarbekirê bi şahî û daxuyaniyan hat pêşwazîkirin.Bi munasebeta Roja Cejna Zimanê Kurdî jî derbarê pirsgirêkên zimanê Kurdî de ji aliyê Komeleya Mezopotamyayê ve daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de yek ji endamên Komîsyona Ziman a Kongreya Civaka Demokratîk Mehmet Esen anî zimên ku qelsiya bikaranîna zimanê kurdî wek birînek a Kurdan e.

Endamê Komîsyona Ziman a Kongreya Civaka Demokratîk Mehmet Esen ji K24ê re got: "Têra ku em hemû derd û armancên xwe vebêjin em Kurdî naxifin. Pirgirêkek girîng jî ew e ku her çiqas em asîmîlasyonê li ser xwe dimeşînin, dagirker jî asîmîlasyoneke xurt li ser Kurdan dimeşînin. Ev jî di warê ziman de pirsgirêkek mezin e."

Di Roja Cejna Zimanê Kurdî de pirsporên zimanê Kurdî balê dikêşin ku pêdiviya sereke ya zimanê Kurdî ew e ku di saziyên fermî de were bikaranîn û bibe zimanê perwerdeyê. Pisporê Zimanê Kurdî û Akademîsyenê Berê yê Zankoya Artûklûyê ku bi biryarnameyê hatibû îxraçkirin Mîkaîl Bulbul amaje dike ku rewşa zimanê Kurdî bi pêşveçûnên siyasî ve jî girêdayî ye.

Pisporê Zimanê Kurdî Mîkaîl Bulbul dibêje: "Di 2010'an de di zaningehan de xebatên Kurdî vebûn. Di 7 zanîngehan de beşên Kurdî hatin vekirin. Wê deme atmosfera siyasî jî baş bû û vê yeke rê li ber xebatên li ser zimanê Kurdî jî vekir. Piştî vê yeke rewşa siyasî xirap bû bi vê yeke ve girêdayî jî xebatên li ser ziman qels bûn."

Roja Cejna Zimanê Kurdî her çiqas wek salên derbasbûyî bi awayeke geş nehatibe pîrozkirin jî li Navçeya Navendî ya Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Mezopotamyayê ve bi şahî û konseran bi beşdariya xelkê hat pîrozkirin. 15'ê Gulanê bi boneya destpêka çapkirina Kovara Hawarê ya bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan di sala 1932'ê de, wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê qebûlkirin.