Dadgeha Dîlokê cezaya Parlamentera HDPê pejirand

Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, cezaya Parlamentera HDPê Besîme Konca ya bi 2 sal û nîv pejirand. Eger Dadgeha Bilind jî biryarê erê bike, parlamentertiya wê dikeve.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, cezaya Parlamentera HDPê Besîme Konca ya bi 2 sal û nîv pejirand. Eger Dadgeha Bilind jî biryarê erê bike, parlamentertiya wê dikeve.

Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê, bi tometa bangêşiya rêxistina terorê, 2 sal û nîv cezaya zîndankirinê dabû Besîme Konca.

Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, serlêdana parêzeran ya derbarê neqebûlkirina biryarê de nirxand û biryara dadgeha berê pejirand. Her weha daxwaza berdana Konca jî hat retkirin.

Parlamentera HDPê ya Sêrtê Besîme Konca, 13'ê Kanûna 2016'ê, bi biryara Dadgeha Êlihê hatibû girtin. Heman dadgehê 31'ê Gulana 2017'ê bi tometa bangêşiya PKK 2 sal û nîv cezaya zîndankirinê dabû Besîme Konca.