"Bexda heman siyaseta rêjîma Be'is li Kerkûkê dimeşîne"

Rêbwar Talebanî: Hikûmeta Iraq maddeya 9an ya destûrî binpê kiriye, ku artêş ji bo yekalîkirina kêşeyên siyasî bikar aniye û madeya 140 jî bicî nekiriye

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî, di konfiransekî rojnamevanî de ragihand, ku Kerkûk û navçeyên din yên Kurdistanî li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, di rewşeke nearam û neyasayî de derbas dibin û wan dozeke yasayî li dijî Hikûmeta Iraqê li dadgeha federalî tomar kiriye.

Got jî: "Berî bûyerên 16 Cotmehê, rewşa emnî li Kerkûkê aram bû, yasa serwer bû, lê piştî wê êrîşa li ser Kerkûkê hat kirin rewşa bajar berûvajî bû".

Rêbwar Talebanî diyar kir, ku "Amerîka çekên giran dan Iraqê ji bo şerê DAIŞê bike, lê Hikûmeta Iraqê li dijî Kurd bikar anî, lewra em daxwazê ji Kongirêsa Amerîka û Yekîtiya Ewropa dikin, haydarî karên Bexdayê bin, ji ber ku niha Bexda heman siyasetên rêjîma Be'is li Kerkûkê dimeşîne".

Talebanî eşkere kir, ku wan ji dadgeha federalî xwestiye, daxwazên wan derbarê binpêkirina destûrê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve yekalî bike û got: "Me du caran daxwaz kir, ku civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê bê lidarxistin û rewş bê asayîkirin, lê Hikûmeta Iraqê asayî nekir û rê li ber karên encûmenê û yên îdarî li parêzgeha Kerkûkê girt".

Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê got jî: "Ew dozên me li cem dadgeha federalî vekirine ev in: Hikûmeta Iraq maddeya 9an ya destûrî binpê kiriye, ku artêş ji bo yekalîkirina kêşeyên siyasî bikar aniye, herwiha maddeya 140 bicî nekiriye, hevdem me daxwaz kiriye, ku di vê rewşê de, ti hilbijartin li Kerkûkê neyên kirin heya ku rewşa Kerkûkê bê asayîkirin".

N.O