Tuna Beklevîç: Min xwest balê bikişînim ser pirsgirêka Kurd

Li Tirkiyeyê siyasetmedarê berê Tuna Beklevîç, ji bo ku balê bikişîne ser aştî û wekheviya civakî, di 16'ê Nîsanê de ji Enqereyê ber bi Diyarbekirê ve dest bi "Meşa Biratiyê" kir û îro (11 Gulanê) gihîşt Diyarbekirê. Beklevîç dibêje; ez ji bo biratiyeke wekhev û aştiyê derketim rê.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiyeyê siyasetmedarê berê Tuna Beklevîç, ji bo ku balê bikişîne ser aştî û wekheviya civakî, di 16'ê Nîsanê de ji Enqereyê ber bi Diyarbekirê ve dest bi "Meşa Biratiyê" kir û (11 Gulanê) gihîşt Diyarbekirê. Beklevîç dibêje; ez ji bo biratiyeke wekhev û aştiyê derketim rê.

Siyasetmedar û berendamê endametiya Serokomariya Tirkiyeyê yê berê Tuna Beklevîç, ev 26 roj in ku ji Enqereyê ber bi Diyarbekirê ve dimeşe. Beklevîç, piştî rêwîtiyeke hezar û 58 kîlometreyan gihîşt Diyarbekir. Beklevîç bi xwe ji Edîrneyê ye. Li gorî gotinên wî; salek û nîv li Iraq û Kurdistanê jî jiyaye û dibêje; ez pirsgirêkên Kurdan ji nêz ve dizanim û min xwest ku bi vê meşê balê bikişînim ser Pirsgirêka Kurd.

Tuna Beklevîç ji K24ê re got: "Me ji bo wekhevî, aştî û biratiyê dest bi vê rêwîtiyê kir. Ev ne rêwîtiyeke partiyeke siyasî, saziyekê yan jî ya Tuna Beklevîç e; ev rêwîtiya kesên ku ji dil daxwaza aştî û biratiyê dikin e. Ez hêvî dikim ku ev meş, wekî sembolekê bimîne."

Tuna Beklevîç dibêje; ez rojane 40 kîlometre rê meşiyam, ez rastî tu pirsgirêkên neyînî nehatim û xelkê bajarên ku ez tê re derbas dibûm, bi dilgermî ez pêşwazî kirim. Di rê de car caran gelek kesan jî rêhevaltiya Beklevîç kirine. Levent Maziliguney jî yek wan kesan e û mexdûrê Rewşa Awarte ye. Maziliguney dibêje; ji bo ku ez balê bikişînim ser rewşa kesên ku bi biryarnameyên bi hikmê zagonî mexdûr bûne, ez piştevaniya meşa Tuna Beklevîç bikim.

Levent Maziliguney dibêje: "Têgeha biratiyê, têgeheke girîng e. Em jî li vî welatî mexdûr bûn û me fêm kir ku derdîtin hesteke çawa ye. Divê hemû mirovên vî welatî demildest li hev bikin, heqê xwe li hev û din helal bikin; ne ku ji hev hesabê bipirsin. Pêwîstiya me bi jiyaneke wekhev û biratiyê heye."

Tuna Beklevîç di hilbijartinên 2011'an de ji bajarê Edîrneyê bûbû namzedê parlementeriyê yê AK Partiyê. Beklevîç, di Referandûma 16'ê Nîsanê de Partiya Nexêr damezirand û ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2019'an jî wekî namzedê Serokomariyê navê xwe ragihand lê dûre ji namzediyê vekişiya. Beklevîç, ji bo Kurdan daxwaza dayîna mafê perwerdehiya bi Zimanê Kurdî dike. Tuna Beklevîç dê 12'ê Gulanê li ber Minareya Çarling peyamên wekhevî û aştiyê bide û çalakiya xwe bi dawî bike.