Kurdistan Amerîka di piştevaniya Pêşmerge de berdewam dibe

Amerîka di piştevaniya Pêşmerge de berdewam dibe
Wêne: Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Baranî pêşwazî li Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk kir û di hevdîtinê de, şerê Mûsilê û qonaxa piştî DAIŞê li Iraqê guftûgo kirin. McGurk telezî li ser wê kir, Amerîka bo piştevanî û rahênankirina Pêşmerge berdewam dibe.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, “Roja Duşem 15.05.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett Mc Gurg Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da'îş û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li bajarê Musil xistin ber behs û danustandina bîr û ramanên di derbarê gefên qonaxa piştî Da'îş kirin. Her wiha Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş ji bilî balkişandina li ser girîngiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe tekez li ser berdewamiya piştevanî û rahênana artêşa Amerîka ya ji bo hêzên Pêşmerge kir.

Her di vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û paşaroja proseya siyasiya Iraqê.

Di beşekî dinê civînê de rewşa siyasî û emniya Sûriye û hengav û planên têkşikandina Da'îş li Sûriye hate nirxandin.”