Xamineyî soz dide heyfê ji Siûdiye û Îmaratê hilîne

Xamineyî: Wê Îran waneyeke tund nîşanî wan aliyan bide, ku destê wan di êrîşa Ehwazê de heye û ti carî em jibîr nakin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Rêberê Komara Islamî ya Îranê Elî Xamineyî tekez kir, ku Îran wê bi tundî wan tersonekan siza bide, ku destê wan di êrîşa terorî de hebû, ku roja Şemiya derbasbûyî, li Ehwazê li dijî nimayişa serbazî ya Supaya Pasdaran hat kirin.

Xamineyî diyar kir, ew aliyên ku destê wan di êrîşa Ehwazê de heye, ew in yên ku Amerîka bi berdewamî, wan ji tawanên ku li Iraq û Sûrya encamp didin, rizgar dike û Îmarat û Siûdiye piştevaniya diravî ji wan re peyda dikin.

Rêberê bilind ê Komara Islamî ya Îranê got jî: Êrîşa ser Ehwazê nîşana pêşketina Îranê ye, ji ber wê yekê neyarên me dixwazin astengiyan çêbikin.

Herwiha ew êrîş bi karekî tersonek binav kir û got: Wê Îran waneyeke tund nîşanî wan aliyan bide, ku destê wan di wî karî de heye û ti carî em jibîr nakin.

N.O