Tirk dixwazin Brett McGurk bidin dadgehê

Serokê “Komeleya Piştgiriya Civatî-Kulturî ya malbatên Şêhîdan” Mehmet Guner ragihand ku, piştî pêwendiyên pirralî biryar daye ku, Nûnerê Serokê Amerikayê di Şerê dijî DAIŞ de bide dadgehê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê “Komeleya Piştgiriya Civatî-Kulturî ya malbatên Şêhîdan” Mehmet Guner ragihand ku, piştî pêwendiyên pirralî biryar daye ku, Nûnerê Serokê Amerikayê di Şerê dijî DAIŞ de bide dadgehê.

Guner dibêje ku, “McGurk bûye egera kuştina bi sedan serbaz û hevwelatiyên Tirkiye. Wekî waliyê dagîrker li Suriye, piştgirî daye DAIŞ û PKK û van rêxistinên terorist êrîş birin e ser serbaz û hevwelatiyên Tirkiyê.”

Heman demê medyaya nêzîkî desthilatê rê dide van helwêstên weha hemberê McGurk û Amerika. Herweha nivîs û şiroveyên dijî Amerika, NATO û welatên Ewrûpa her diçe zêdetir dibin.