Efserên firokeya Rûsî xistibûn ji aliyê Artêşa Sûryê ve hatin berdan

Çavdêrgeha Sûrî: Ew efserana ji aliyê serkirdatiya lîwaya berevaniya ezmanî ve, ji bo lêpirsînê hatibûn xwestin, lê ew ji aliyê Artêşa Sûrî ve hatin berdan.

K24 - Navenda Nûçeyan.  

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ji ser zimanê hin jêderên cihê baweriyê ragihand, ku hêzên Hikûmeta Sûryê, ew efserên ku bi şaşî firokeya Rûsî xistibûn, serbest berdan.

Çavdêrgehê diyar kir, ku ew efserana ji aliyê serkirdatiya lîwaya berevaniya ezmanî ve hatibûn xwestin, lê ew ji aliyê Artêşa Sûrî ve hatin berdan û ji bo ketîbeya berevanya ezmanî li Banyas hatin vegerandin, daku erkên xwe berdewam bikin.

Şeva 17ê vê mehê, di dema ku firokeyên Israîlî pêgeheke Artêşa Sûryê li Lazqiyê bordûman dikirin, sîstema berevanya ezmanî ya Sûryê, firokeyeke Rûsyê ji corê Il-20 bi şaşî xiste xwarê, piştre jî hêzên Hikûmeta Sûryê 5 efserên ketîbeya berevanya ezmanî li Banyasê, ji aliyê serkirdatiya lîwaya berevanya ezmanî ve hatibûn xwestin, daku lêpirsînê li gel wan bike.

N.O