Hikûmeta Sûriyê hebûna hêzên Turkiyê li Idlibê red dike

Wezareta derve ya Sûriyê: “Rêketinên hatine îmzekirin li Astanayê derbarê deverên kêmkirina şer, ti mafî nade hêzên Tirkiyê ku li Sûriyê bimînin û li Idlibê belav bibin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Rêketinên hatine îmzekirin li Astanayê derbarê deverên kêmkirina şer, ti mafî nade hêzên Tirkiyê ku li Sûriyê bimînin û li Idlibê belav bibin.”

Herweha Wezareta derve ya Sûriyê got jî: “Rêketin ji bo wê armancê bû, ku Enqera dev ji piştevaniya grûpên opozisyonê berde û Sûriyê hertim hebûna hêzên Turkî ne yasayî dibîne.”

Li gorî daxuyaniya civîna dawî ya Astanayê, wê bajarê Idlibê tevlî deverên kêmkirina şer dibe û hêzên hersê dewletên gerentiyê Rûsya, Turkiye û Îran li nav wî bajarî belav bibin.

Niha jî bajarê Idlibê di bin destê Eniya Fetih El-Şam de ye, ku berê bi navê Eniya Nusra dihat naskirin.