Erdogan bo YPG: Êrîşeke biçûk jî dibe fîşeka destpêkirina operasyonê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gef li YPGê xwar û ragihand, heger êrişeke biçûk jî ji aliyê sînor ve bibe, dê bibe sedemê destpêkirina operasyona Efrînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gef li YPGê xwar û ragihand, heger êrişeke biçûk jî ji aliyê sînor ve bibe, dê bibe sedemê destpêkirina operasyona Efrînê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di kongreya şeşem a AKPê ya şaxa Tokatê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, êdî bi guhertina navên rêxistinên terorê, Amerîka nikare wan bixapîne û da zanîn, hêz û derfeta Tirkiyê heye ku hemû rêxistinan jinav bibe.

Erdogan got: "Ji bo me PKK çi be, DAIŞ jî ew e. FETO çi be YPG jî ew e. Nav sînorên me yan li derve, navên wan demokratîk yan cuda be ferq nake. Amerîka navên wan dike Civakî û Demokartîk. Hêzên Sûriya Demokrat. Êdî em bi van nayên xapandin.”

Herwiha Erdogan tekezî li gefa xwe kir û got: “Şev naqedin û dê gelek tişt rû bidin. Bila me bişopînin. Niha êrişeke biçûk jî li ser sînorê me rû bide, dibe fîşeka nîşaneya operasyonê. Dibe ku hin welat van rêxistinên terorê rewa bibînin. Li ba me ew terorîst in.”

Her di wê derbarê de, îro Malpereke Erebî li ser zarê jêderekî serbazî yê artêşa Tirkiyê belav kir, ku artêşa Tirkiyê 3 roj molet daye YPG daku ji Efrînê vekişe û ferman daye serbazên xwe yên li ser sînorên Sûryê, ku di amadebaşiyê de bin, ji bo derbasî Sûryê bibin, dema ku ew molet bidawî bibe.

Ji duh ve, artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê ên Tirkiye piştevaniya wan dike, gundên başûrê Efrînê topbaran kir û şer û pevçûn di navbera wê û şervanên YPGê de derketin.

Li gor medyaya Tirkiyê jî, îro artêşa Tirkiyê hêzeke leşkerî ya din berve sînorê Sûriyê birê kiriye, ji bo piştevanîkirina li wê hêza ku berê li ser sînor bicih bûye bike.