Tirkiyê Erdogan: 30 Bajarên Tirkiyê dê bibin bajarên mezin

Erdogan: 30 Bajarên Tirkiyê dê bibin bajarên mezin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku, 30 Bajarên Tirkiyê dê bibin bajarên mezin.

Li gor nûçeya rojnameya Tirkiyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan diyar kiriye ku, dê yasaya Şaredariyên Mezin were gûhertin.

Da zanîn ku, ji bo bajarekî bibe bajarê mezin pîvana serjimêriya were gûhertin û di vê çarçoveyê de gelek bajar dê bibin bajarên mezin.

Hejmara bajarên mezin dê bi vî awayî ji bigihije navbera 50 û 60an.Li Tirkiyê niha 30 Şaredariyên bajarên mezin hene.