Jineke Êzidî ji aliyê 12 çekdarên DAIŞê ve wek kole bikar dihat

Beşek ji keç û jinên Kurd ên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kirîn û firotan û wek kole bikar dianîn. Piştre ji wan DAIŞiyan ve bûn xwedî zarok, êdî ne dikarin dest ji zarokên xwe berdin û ne jî dikarin vegerin nava malbatên xwe. Ji ber wê rêxistineke xêrxawziyê ya bi navê Mid East xaniyek li nêzîkî Dihokê ji wan jin û zarokan re ava kiriye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Beşek ji keç û jinên Kurd ên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kirîn û firotan û wek kole bikar dianîn. Piştre ji wan DAIŞiyan ve bûn xwedî zarok, êdî ne dikarin dest ji zarokên xwe berdin û ne jî dikarin vegerin nava malbatên xwe. Ji ber wê rêxistineke xêrxawziyê ya bi navê Mid East xaniyek li nêzîkî Dihokê ji wan jin û zarokan re ava kiriye.

Şeza keçeke Kurd a Êzidî ye, ji berî salekê ji bajarokê Meyadîn a Sûriyê hat rizgarkirin, ew keç ji aliyê 12 çekdarên DAIŞê ve wek kole bihar dihat, piştre zanî ku ducanî ye, nikarî xwîna DAIŞê di canê de xwe bihêle û ji ber xwe kir.

Şeza bi hesret û bi çavên tijî hêsir li wêneya xwe û xwişka xwe dinêre, ku pêş hatina DAIŞê li gundê Keco yê nêzîkî Şingalê girtibû. Xwişka wê dema ji aliyê DAIŞê ve hat revandin û qebûl nekir destdirêjî ji aliyê DAIŞê ve pê bibe, li Reqayê xwe avête nava çem û xwe kuşt.

Rêvebirê Rêxistina MedEast Paul Kingery ji K24ê re got: “Hin zarok bi dayikên xwe re ji Sûriyê hatin, bavên wan DAIŞî û diya wan Êzidî ne. Hin kes hene 3 zarok pê re bûn, ewên ji zarokên xwe hez dikin dixwazin bi wan re bimînin, ev jî niha pirsgirêkek e, ji ber ku ew jin newêrin vegerin Iraqê.”

Rêvebera Xaniyê Gula Nîsanê Anette Axelsson dibêje: “Wek malbatekê li me hatiye, em wek xwişkên hev in, bi hev re dikenin û rêz di navbera me de heye. hevkariya wan dikin û dibin cem bijîşkan û wek çareseriyê geştê bi wan dikin.”