Rêvebirekî Komisyona Hilbijartinê ya Kurdistanê hate kuştin

Rêvebirekî Komisyona Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirekî Komisyona Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hate kuştin.

Rêvebirê Giştî yê Fermangeha Kargîrî ya Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Faris Mihemed Sadiq li bajarê Hewlêrê ji ber pirsgirêkên civakî hate kuştin.

Rêvebirê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ji K24ê re ragihand, lêkolîn derbarê wê bûyerê de dest pê kiriye û li gor zanyariyên destpêkê, ew ji ber pirsgirêkên civakî û xwîndarî hatiye kuştin û kuştin ne siyasî ye.

Rêvebirê Asayişa Hewlêrê got jî: “Ji bo hebûna her zanyariyeke nû, welatiyên Hewlêrê agahdar dikin.”