Bi vîdyo.. Tirkiyê girê Eyn Dara yê şûnwarî li Efrînê wêran kir

Artêşa Tirkiyê girê Eyn Dara yê şûnwarî li herêma Efrînê bombebaran kir, di encamê de ew girê dîrokî wêran bû.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê girê Eyn Dara yê şûnwarî li herêma Efrînê bombebaran kir, di encamê de ew girê dîrokî wêran bû.

Di roja 8emîn (27.1.2017) a operasyona leşkerî ya Tirkiyê li ser Efrînê, firokeyên artêşa Tirkiyê girê Eyn Dara yê şûnwarî 5. K.M li başûrê bajarê Efrînê bombebaran kiribû.

Peyamnêrê K24ê serdana girê Eyn Dara yê şûnwarî kir û ji dîmenan diyar dibe ku ji ber bpmbebarana firokeyên şer ên Tirkiyê ew cihê dîrokî wêran bûye.

Endamekî Desteya Parastina Şûnwaran li Efrînê ji K24ê re got: “Girê Eyn Dara vedigerê serdema Hîtît – Mîtanî, ew serdem jî ji me re gelekî girîng e ji ber ku girêdayî hebûna Kurd li vê deverê ye, loma firokeyên Tirkiyê bi awayekî rasterast ev gir armanc kir.”

Girê Eyn Dara ya dîrokî, dîroka wê digihe 2000 sal berî zayînê û di sala 2011an de kete lîsteya rêxistina UNESCOyê. Dîroknas wî girî vedigerînin serdema Horî – Mîtanî 1200 berî zayînê, li wî girî şûnwarî peykerên curecur hene wek peykerên Ebû Hol, ajalên bibask, şêr, nexşeyên li ser kevirê reş û nivîsandinên bi tîpên Hieroglyphics hene.

Ev ne cara yekeme artêşa Tirkiyê cihên şûnwarî li Efrînê topbaran dike, di roja 13ê vê mehê de jî keleha Teqilkê ya dîrokî jî topbaran kir û di encamê de beşek ji wê kelehê wêran bû.

 

Bi vîdyo.. Tirkiyê girê Eyn Dara yê şûnwarî li Efrînê wêran kir
Bi vîdyo.. Tirkiyê girê Eyn Dara yê şûnwarî li Efrînê wêran kir
Bi vîdyo.. Tirkiyê girê Eyn Dara yê şûnwarî li Efrînê wêran kir