Tirkiye ji nameya Amerika girêdayî YPG dilxweş e

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik ragihand: Ew nameya Amerîkayê yê derbarê YPGyê de bi erenî pêşwazî dikin û dixwazin Amerîka pabendê sozên xwe be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik ragihand: Ew nameya Amerîkayê yê derbarê YPGyê de bi erenî pêşwazî dikin û dixwazin Amerîka pabendê sozên xwe be.

Işik beşdarê bernameya televîzyoneka Tirkî bû da zanîn ko, ji bo wan nameya Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Jîm Matîs a derbarê YPGyê de gaveke erenî ye. Amerîka berî niha ji bo Minbicê jî soz dabû Tirkiyeyê ko YPG ji wê deverê vekişe lê pabendê sozên xwe nebû. Vê care belgenemayek nivîskî ji Tirkiyeyê re hatiye şandin û ew dixwazin Amerîka nameya xwe li ser erdê jî cihbecih bike. Ger Amerîka bixwaze dikare ew çekên ko dane YPGyê careke din ji wan bistîne.

Duhî Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Jîm Matîs nameyek bo Fîkrî Işik şandibû û dabû zanîn ko piştî jinavbirina DAÎŞê dê Amerîka çekên ko daye YPGyê ji wan bistîne.