Barzanî: Em nakokiyan naxwazin û ji diyaloga bê merc re amade ne

Barzanî: "Herêma Kurdistan ti gavek ji bo çêkirina nakokî û aloziyan neavêtiye û bê merc amade ye ji diyalogê re li gel Bexdayê."

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: "Herêma Kurdistan ti gavek ji bo çêkirina nakokî û aloziyan neavêtiye û bê merc amade ye ji diyalogê re li gel Bexdayê."

Îro 10ê Cotmeha 2017an, Serok Barzanî di dema civîna wî de li gel balyozê Almanya li Iraqê "Cyril Nann" got: "Gelê Kurdistan di piroseyeke aştiyane de deng jib o serxwebûnê da û referandum îrada gelê Kurdistane dide xuyakirin."

Di civînê de balyozê Almanya li Iraqê, helwesta welatê xwe derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û karvedanên piştî referandumê ji Serok Barzanî re ragihand û got: "Aramî û selametiya Herêma Kurdistanê ji Almanya re giringe, em dixwazin ku Hewlêr û Bexda ber bi aloziyan ve gavan navêjin."

Herweha Cyril Nann amadebûna welatê xwe ji bo alîkariya herdu aliyan da xuyakirin, ku bi riya diyalogê kêşeyan care bikin û rê li ber nakokiyan bigirin, ji ber ku nakokî ziyanê li herdu aliyan dike.