Serokê Korya Bakur hevpostê xwe yê Korya Başûr vexwendî welatê xwe kir

Di ahenga destpêkirina olimpyadan de, herdu şandên Korya li bin aleke yekgirtî beşdar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî medya Amerîkî, di çarçoveya civîna serokê Korya Başûr Mun Cey În de, li gel xuşka serokê Korya Bakur Kîm Cong On, xuşka serokê Korya Bakur nameyek ji birayê xwe radestî serokê Korya Başûr kir, ku têde serokê Korya Bakur vexwendineke fermî jêre şandiye daku di zûtirîn dem de serdana Korya Bakur bike.

Li gorî zanyariyan, her di wê civînê de, serokê Korya Başûr daye xuyakirin ku ew bihêvî ye, olimpyadên zivistanê, ku xuşka serokê Korya Bakur jî têde beşdar e, bibe sedemek daku herdu welat nêzîkî hev bibin.

Di ahenga destpêkirina olimpyadan de, herdu şandên Korya li bin aleke yekgirtî beşdar bûn.