Almanya zanyariyên nû li ser dosa Keça Êzidî belav dike

Polîsa Almanya pêdaçûnê di dosa keça Êzidî ya ku li Almayayê rastî çekdarê DAIŞê yê ku ew revandibû hatiye de dike, lê dibêje ku ew keç niha ne li Almanyayê ye da ku zanyariyên zêdetir jê werbigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsa Almanya pêdaçûnê di dosa keça Êzidî ya ku li Almayayê rastî çekdarê DAIŞê yê ku ew revandibû hatiye de dike, lê dibêje ku ew keç niha ne li Almanyayê ye da ku zanyariyên zêdetir jê werbigire.

Berpirsên bajarê Wûrttembergê li twittera xwe belav kir, dezgehên polîs di 13ê Adara bûrî de dest bi lêpirsîna di dosya wê keça Êzidî de kiriye, lê ji ber ku ew keçik ne li Almanyayê ye, nikarin pirsan jê bikin.

Her di wê derbarê de, Peyvdarê Dozgeriya Giştî ya Federalî ya Amerîka di daxuyaniyekê de ji “France Press” re got: “Dozgerî di dosyê de lêkolînê dike, lê li gor zanyariyên li ber destê me, me nikarî nasnameya wî tometbarî diyar bikin.”

Eşwaq di temenê 15 saliyê de û berî 4 sala di êrîşa DAIŞê ser Şingalê de hatibû revandin û bi 100 Dolarê Amerîkî hatibû firotan kesekî bi navê Ebû Humam

 

Piştre Eşwaqê karîbû ji destê DAIŞê bireve û xwe bigihîne çeperên Pêşmerge û piştre di çarçova bernameyeke mirovî de wek penaber bo Almanyayê hatibû veguhastin.

Berî demekê Keçeke Êzidî bi navê Eşwaq Hemîd gotibû, wê li bajarokekî Almanyayê yê 70 K.M dûrî Stuttgart çekdarê DAIŞê yê berî 4 salan revandibû dît.

Eşwaqê gotibû jî, wê polîsa Almanyayê agahdar kiribû ku ew li wî bajarokê Almanî rastî Ebû Humam hatiye. Eşwaqê jî ji ber tirsa wê ji Ebû Humam vegeriya Herêma Kurdistanê.

Vê dosyê jî karvendaneke mezin ji aliyê ragihandina navxweyî, herêmî û navdewletî de li dû xwe anîbû.

 

S. B