Çelik: Ne hedê kesî ye liser Kurdan waneyan bide Tirkiye

Tirkiye proseya xwe ya demokrasiyê bi astek bilind qedandiye. Ne hedê kesî ye ji Komara Tirkiye re bibêje – dest nedin Kurdan!

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Partî) Omer Çelik piştî civîna Desteya Birêvebir Kongreyek rojnamevanî lidar xist û rojeva civînê ragihand.

Çelik got ku: Ew aliyên ji me re dibêjin: dest nedin Kurdan, bila pêşî li xwe binerin. Ger ji Tirkiye re bibêjin – dest nedin Kurdan, ango ramanên wan ên erênî girêdayî rêxistinên terorê hene û hesabên wan ên nexêr liser brayên me yên Kurd hene”.

Tirkiye proseya xwe ya demokrasiyê bi astek bilind qedandiye. Ne hedê kesî ye ji Komara Tirkiye re bibêje – dest nedin Kurdan!

Babet pêşerojek baş û aştiyane ji bo Sûriye ye. DAIŞ çi be PKK jî ew e, YPG/PYD jî PKK ne. Em vê mijarê gengeşe nekin, bazariyan jî liser nakin. Şevekê em dê bavêjin ser wan. Bêguman em dixwazin hevkarên me jî ligel me bin! Ger ne Tirkiye bû ya, têkoşîna dijî DAIŞê sernediket.

Dostê Kurdan ê herî mezin Tirkiye ye!...

 

 

 

C.B