Gelo li ser operasyona Îdlibê Tirkiye ji Rûsyayê cihê dibe?

Pispor dibêjin dê di mijara Îdlibê de rageşiya Enqere û Moskowê zêdetir derkeve holê û ev yek dê îhtimala qutbûna proseya Astanayê zêdetir bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Her ku diçe tevgerdariya li Îdliba ku çavê hemû cîhanê li serê ye zêdetir dibe. Piştî lûtkeya Tehranê Rûsya ji Tirkiyeyê daxwaz dike ku li Îdlibê komên radîkal û neradîkal jihev cihê bike. Tirkiye jî dibêje ev prosyeke dûvdirêj e. Pisporên Tirkiyeyê dibêjin jixwe armanca ragihandina agirbestê cihêkirina van koman bû lê ji ber ku Rûsya û Îranê vê pmşnîyazî red kirin, niha ev prose dê gelek dem bigre. Li aliyê din hin pispor dibêjin dê di mijara Îdlibê de rageşiya Enqere û Moskowê zêdetir derkeve holê û ev yek dê îhtimala qutbûna proseya Astanayê zêdetir bike.

Piştî lûtkeya sêalî ya garantorên Sûriyeyê ya li Tehranê liv û tevgerdariya li Îdlibê her ku diçe zêdetir dibe. Nûnerê Taybet yê Serokdewletê Rûsyayê bo Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev daxuyakirin, li Îdlibê berpirsyariya herêma şer lê kêm e, li stûyê Tirkiyê ye. Ji loma jî peywira Tirkiyeyê ew e ku li vir komên tundrew, cîhadxwaz û netundrew ji hev cuda bike. Li ser vê daxuyaniya Rûsyayê Wezîrê Bergiriyê Tirkiyeyê Hulusî Akar, dubare helwesta Enqereyê ya li dijî operasyona ser Îdlibê anî ziman û got jihevcihêkirina komên tundrew û netundrew dê prosyeke dirêj bigre.

Karvedanên lûtkeya Tehranê û mijara herî germ Îdlib ji aliyê pisporên siyasî ve ji nêz ve tê şopandin. Pisporên peywendiyên navdewletî li ser vê babetê dibêjin, di lûtkeya Tehranê de ji ragihandina agirbestê armanca sereke ya Tirkiyeyê ew bû ku komên radîkal û komên neradîkal jihev cihê bike.

Pispora Têkiliyên Navdewletî Denîz Altinsoy li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: "Tirkiye di lûtkeya Tehranê de bo Îdlibê daxwaza agirbestê anîbû ziman. Lê ji bo ku ev yek nehat qebûlkirin proseya cihêkirina kom û grûbên li Îdlibê niha dijwarttir dixuye. Çimkî ji bo veqetandina rêxistinên netundrew û rêxistinên terorîst divê proseyeke çekberdanê bê dest pê kirin. Ancax bi vî awayî proseya cihêkirina wan dest pê bike. Li gel vê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de îxtilafên li ser operasyona Îdlibê nayê vî wateyî ku Enqere û Moskowa dev jihev berdidin."

Li gel ku hin pispor dibêjin Tirkiye û Rûsya jixwe di mijara Sûriyeyê de nûnertiya aliyên cuda dikirin û helwesta van welatan jixwe dihat zanîn, ji loma jî li ser vê mijarê her du welatan wê neyên hemberî hev. Lê hin pispor jî dibêjin li ser meseleya Îdlibê lihevnekirina Enqere û Moskowê xwe di lûtkeya Tehranê de jî dabû der û heke wiha bidome îhtimal heye ku proseya Astanayê qut bibe.

Serokê ANKASAMê Prof. Dr. Seyfettîn Erol dibêje: "Jixwe bi zindî weşandina lûtkeya Tehranê û neagahdarkirina şandeya Tirk kiryariyeke ku rasterast Tirkiyeyê dikir armanc bû. Dibê qey Îran div ê mijarê de Rûsyayê jî qanih kiribû. Birastî ev yek û geşedanên dawî dide xuyakirin ku dahatûya pêvajoya Astanayê nediyar e û ev yek jî nîşaneya şikestineke ye. Jixwe li ser Îdlibê israra Rûsya û Îranê jî dide xuyakirin ku bi Tirkiyeyê re di nav têkoşîna nifûzê de û Tirkiyeyê li van deran naxwazin. Li gorî min dê ev rageşî û alozî berdewam bike.”

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ji sala 2011an vir ve didome, di demên dawî de li ser operasyonên rejîma Sûriyeyê ji gelek herêman niha di destê opozîsyonê de Îdlib tene maye. Li gorî pisporan ji aliyê Şamê ve kontrolkirina Îdlibê dibe ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de êdî bibe qonaxa dawî.